Di dema ku bi erkên xwe yê hawarçûnê, şoreşgerî, û têkiliyên bi penaber û şervanên li eniyan bo misogirkirina pêdiviyên serbazan radibûn, sê endam ji Encumena Xwecihî li Dêr Eledes li parêzgeha Der̕a vê sibehê di bûyereke diltezên de şehîd ketin.
Nizar Mehmûd Else̕dî Serokê Encumena Xwecihî zayîna Dêr Eledes ji yekem kesên ku doza azadî û girtiyan ji girtîgehên ewlekariya azmanî kir. Se̕dî bêtir ji salekê di warê hawarçûnê de kar kir, li gor bîneran ew bi dilsozî, emanet û qurbanîdanê dihat naskirin, piştî qewrandina hêzên Esed ji gund ew wek Serokê Encumena Xwecihî hat danîn.
Serokê Nivîsgeha Hawarçûn û Ragihandinê Nezîr Mehmûd Else̕dî ji zayîna Dêr Eledes e, sal 1991 ew jî yek ji qurbaniyan e, Nezîr di meha Çiryapêşîn 2011an de piştî girtina ji aliyê şaxê saloxgirên azmanî bi sedema derketin û rêxistina wî ji xwepêşandanan di hindirê zankoyê de dest ji zankoya endezyariya xwarinê bi yek car û bê veger berdabû. Pişt re xwe ji karê şoreşgerî û karê di warê hawarçûn û ragihandinê re vala kir, Serokê Komîta Ragihandinê di Encumena Horan ya şoreşgerî de bû.
Herweha Serokê Nivîsgeha Diravî Ehmed Ebû Rûmiye zayîna Dêr Eledes 1975 şehîd ket, ew drçûyê kolêja wêje û zaniyariyên mirovahî ji zankoya Şamê – beşê zimanê Erebî ye, mamoste bû, ji yekem kesên ku li gund derketin û doza azadiyê kirin, kêmanî ji bo piştgiriya şoreşgeran nekir, hemû samanên xwe li gor bînerên ku nivîsgeha ragihandinê a Hevbendiyê têkilî bi wan re kir xistibû bin xizmeta şoreşê de, piştî qewrandina hêzên Esed ji bajarokê Ebû Rûmiye ji bêtir ji aliyekî ewlekariyê xwestî bû, xwe û erebeya xwe xistibû xizmeta xelkên gund de, berxwedan bi xwe û malê xwe kir, pakrewanî xwest û wergirt.
Jêder: Hevbendî – Yekîtiye Encumenên Xwecihî