Çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand ku di 24 se’etên dawî de 3 welatiyên sivîl li gundewarê bajarê Efrînê jiyana xwe ji dest dan.
Hesen diyar kir ku duh roja pênşemê 28\6\2018, laşên herdû welatiyên ku hatibûn reavndin, Kemal Elî yê (17) salî, û Xelef Xelûf, li gundê Birc Ebdalo li gundewarê Efrînê hatin dîtin,
Ji aliyekî din ve, Hesen bal kişand ku welatiyê bi navê Arif Hisên Çelo yê (62) salî, ji encama teqîna mayinkê li gundê Qenterê yê bi ser bajarokê Mabata ve jiyana xwe ji dest da.
Her weha Hesen got ku nêzî 90 welatiyên sivîl ji encama teqîna mayinên çandî li Efrînê jiyana xwe ji dest dane, û ” li gundê Qenterê tenê, 13 welatî hatine kuştin”.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wî berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê kurdî ji nivîsgeha ragihandinê ya Hevbendiyê