Girûpa Kar Ji Bo Filestîniyên Sûriyê, di rapora xwe de ya ku vê dawiyê derketiye, hejmara qurbaniyên Felestînî ji kuştî û dorpêçkiriyan û girtiynên di zindanên rêjîmê de diyar kir, ji gava vê rêjîmê şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê di sala 2011 de ragihandiye.
Û girûpê di rapora xwe de diyar kir ku 3496 kesên Felestînî hatine kuştin, û Girûpê kariye serjimêrê ji wan re çêke û belge bike, 461 jin di nav wan de hene, her weha 195 penaberên filestînî jiyana xwe jidest dane ji encama kêmbûna xwarinê ji ber dorpêça ku rêjîmê li ser wan pêk aniye.
Û Girûpê di rapora xwe de got ku 1602 kesên Felestînî li şaxên ewlekarî yên Sûriyê girtîne, 99 jin jî di nav wan de hene.
Û rapora Girûpê destnîşan kir ku dorpêçkirina Kampa Yermêk ket roja xwe ya 1390î de, her weha birîna elektirîkê ji ser Kampa Deraayê ket roja xwe ya 1126an de, û li Kampa Yermûk ket roja xwe ya 977an de.
Û Girûpa mafnasî ya ku li Londonê bi cih dibe, û ew Girûpeke mafnasî ya ne bi ser ti desthilantan ve ye, di rapora xwe ya berî niha de ya derbarê kesên bi kotekî hatine binçav kirin bû, daxwaza “serbestberdana yekser ji wan re kir, û her weha daxwaza eşkerekirina çarenûsa bisdên felestîniyên çarenûsa wan nediyar e ta roja amadekirina vê raporê” kir, û Girûpê got ku tiştê li girtîgehên rêjîmê pêk tê tewanên cengê ne bi hemi pîvanan.
Û li gor Girûpa Kar dibêje, 1600 penaberê Felestînî bi kotekî li zindanên esed hatine binçavkirin, û li gor rapêrên Netewên Yekbûyî , 450 hezar penaberên Felestînî li Sûriyê dijîn, 95% ji wan hewcedarî alîkariyên pizîşkî ne.
Jêder: Ofîsa ragihandinê ya hevbendiyê