Rêveberê ofîsa hawarçûnê ya encûmena xwecihî ya yekgirtî li Çiayayê Zawiyê, Feyad Yeqûb diyar kir ku encûmenê karî gihiştina 3500 malbatî belgeh bike, û destnîşan kir ku tevgera koçberiyê hêj berdewam e ji ber ku bombebarankirina himbiz ji aliyê hêzên rejîma Esed ve berdewam e.
Yeqûb di daxuyaniyekê de ji Ajansa Smart re got ku koçber li ser 33 gundan belav bûne, ku hin ji wan ketine nava malan de û yên din jî li bexçeyîn derdora Çiyayê Zawiye belav bûn, û lê zêde kir ku beşê mezin ji wan kampên bêserûber li deverê avakirin ew jî li gor karînên heyî.
Yeqûb her weha got ku ev kampên ku bilez hatine avakirin bi hewceyî pêdawistiyên jiyanê ne wek boryên karîzan û elikitrîk û serşok û hin pêdawistiyên din.
Wî rêveberî destnîşan kir ku encûmena yekgirtî kar li ser projeyekê dike ji bo avakirina hin kampan ji bo vehewandina penaberên ku bi awayekî bêserûber hatine belavkirin, û da zanîn ku dezgehên xêrxwaziyê hin selikên xwarinê û betanî pêşkêşî du kampan kirine.
Parêzgeha Idlibê rastî helmeteke leşkerî ji aliyê hêzên rejîma Esed ve tê ku ji aliyê firokeyên Rûsî vet ê piştevanîkirin, ku di encamê de bidehan kuştî û birîndar ji sivîlan hene, herwiha wêrankirina baregehên xizmetguzariyê û koçberbûna 80 hezar welatiyên sivîl.
Ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê birîndarbûna Wezîrê Tenduristiyê di Hikûmeta Sûriyê ya Demkî Mihemed Fîras El- Cindî di roja Pêncşemê ragihand ku di encama bombebarankirina rejîma Esed û hevalbendên xwe li ser bajarê Meret Numan li Gundewarê Idilibê birîndar bibû.
Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê da zanîn ku Rûsiya û Îran piştevaniya rejîmê di helmeta tund de dikin, û got ew herdû şirîk in di tevahiya tawanên ku derheqê welatiyên Sûriyê de têne encamdan, û destnîşan kir ku Mosko bêdengiya navdewletî wek keys ji xwe re dibîne, ji bo sepandina ejndeyên xwe yên tekane di çareseriya krîza Sûriyê de.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Ebdulrehman al-Sanî ragihand ku tundkirina rejîma Esed ji şer li Idlibê dê çareseriya siyasî asteng bike, û ji aliyê xwe ve jî Ferensa dilgiraniya xwe ji tişta ku li Idlib rû dide anî ziman.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.