Hejmara Kesên ko meha Cehzerdanê di Zindanên Rêjîma Alesed Şehîd ketin giha 464 Şehîdan, li gora Serjimara ko Navenda “Serjimarên Şoreşa Sûriyê” ya bi ser Navenda ”Rêxwendina Komara Dîmuqratî” ve ye.
Herweha Serjimariya Navendê anî ziman, Hêzên Beşar Alesed her çar xulekan Hevwelatiyekî digirin û her rojê çarên din bi êşkenceyê di Zindanan de dimirin, Di meha Cehzerdana buhurîde û bi taybetî piştî “hilbijartinên”Beşar Alesed, , Sûriya ragihandina gelek qurbaniyên êşkenceyên hovane yên Rêjîma Beşar Alesed dît.
Bê ko tu livandina Herêmî an Navnetewî çê bibe da berê Rêjîmê ji êşkenceyê biguhere. Tê zanîn ko Encûmena Ewlekariya Navnetewî di 15 Nîsana buhurî de, karîna sizakirina Rêjîma Beşar Alesed li ser tawankariyên ko li Zindanên wî dibin gengeşe kir, piştî li Raporta ko ji aliyê Pisporên Navnetewî bi serokatiya Serokê Nivîsgeha Dozdar yê berê di Dadgeha Navnetewî ya Taybet de guhdarî kir. Li ser mirina 11 hezar Girtiyan bi êşkenceyê, piştî 55 hezar wêneyên Girtiyan ji Girtîgehên Rêjîmê ji hêla Zilamekî Ewlekariyê ko ji Rêjîmê cuda bibû bi navê “Qeyser”derketin, ew wêneyên ko ji hêla Tîmeke Pisporên Navnetewî rasteqîniya wan tekez bû, Ajansa Nûçeyan ya Anadolê ew belav kiribûn, Dozdarê Giştî yê berê di Dadgeha Taybet de li Sîralyonê û ew e yê ko bi Raportê rabûye “Dêvîd Kirîn” got: Ev wêne cihê baweriyê ne.
Jêder: Hevbendî û Smart