Firokên Rêjîma Esed Bajarê Dareya yê dorpêçkirî li Gundewarê Şamê bi 50 Bermîlên teqîner ji evê sibehê de bomebaran kir. Hin ji evan Bermîlan napalma sotandinê di wan de bû ya ko ji hêla navdewletî ve qedexekirî ye. Di encamê de Nexweşxana meydanî ya tek û tenê li bajêr bi tekûzî ji xizmetê derxist.
Rêjîma Esed operasiyonê li dijî navendên pêdiviya jiyana rojane li bajarê Dareya dike, bi taybetî Navenda Berevaniya Sivîl û Nexweşxana Meydanî, ya ko yekser di 16.08.2016an bi Bermîlên teqîner û bi Bermîlên Napalm ên sotandinê amanc kir û ew kurtedemkê ji xizmetê derxist. Lêbelê Rêjîmê dubare înê bi şev 19.08.2016an bi çar Bermîlên napalm ew bombebaran kir, ew biyekcarî ji xizmetê derxist. Ew Nexweşxana bi tenê ye ko ji 8300 sivîlî re di herçar salên dorpêçê de xizmet pêşkêş kiriye.
Di daxuyaniyekê de Encûmena xwecihî doh daxwaz ji Netewên Yekbûyî kir ko bizavinan bike ku rêjîmê neçar bike da şerê qirkirina komel li dijî miletê Sûrî rawestîne, û yekser operasiyonên bombebarana bêserûber bidawî bike û alîkariyên mirovî û yên bijîşkî ji bo sivîlên hundirê Dareya derbas bike.
Daxuyaniyê bêtir got:”siyaseta piştguhkirinê û nebûna fişarên siyasî û yasayî yên pêdivî ji bo ewan tawankariyan rawestînin ko wêrankirina bargehên xizmetkariyê û yên sivîl û tendiristiyê amanc dikin, têkçûna ketwara navdewletî dide xuyakirin, ne duristbûna bersivdana wan ya mirovî û sincî ji bo rawestandina kirdeyên hovane ko hêzên rêjîmê dikin. ”
Daxuyaniya Encûmenê bal kêşand ser ko ev piştguhkirin “derbirîna berdewam ji têkçûna rêkxistina yasa û dezgehên navnetewî re ye, û di serî de Encûmena Ewlekariya Navdewletî ko gerek ew aştî û ewlehiya navdewletî biparêze û bêçaretiyeke nebaş e ko pêngavên ji bo rizgakirina miletê Sûrî ji çend salên derbasûyî de pêşve nedan û ne Tewankar siza kirin. ”
Jêder: Hevbendî