50 rêxistinên sivîl yên Sûrî Doh, Roja Pêncşemê namyeke hevbeş ji bo Encûmena Ewlekariyê şandine û têde daxwaz ji encûmenê dikin bilez kar ji bo dosya windayî û girtiyan li Sûriyê bike, û pêşwazî li derkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2474 dikin ku tekeziyê li ser serderiya ligel pirsa girtiyan herwiha cîbicîkirina bendên biryarê dike.
Rêxistinan di nameya xwe de daxwaz ji endamên Encûmena Ewlekariyê, û dewletên piştevanên mafên mirovan û çareseriya sivîl ji kirîzan re kir ku fişarê bikar bînin ji bo wergirtina tedbîrên cidî û diyar li gor bendên biryarê , û çarenivîsa bi hezaran windabûyan eşkere bikin, û misogerkirina damezirandina mekanîzmeke lêpirsînê û sizayeke serbixwe û zelal bi serpereştiyeke navdewletî ku eşkerekirina çarenivîsa wan misoger bike, herwiha pêwîstiya dabînkirina seqayê dadgehkirineke dadwerane ji bo tawankaran.
Wan rêxistinan tekezî li ser” pêwîstiya hiştina vê dosyê di pirsên sereke ji bo her destpêşxêriyên çareserî û aştiyê li cîhanê wek mercekî sereke bê berdêl bo avakirina aştiyeke civakî û avakirina dewleteke xwedan serwerî ku şerê reva ji sizayê bike û sînorekî ji bo windabûna bi zorê wek çekê şer deyne” kir.
Di wê nameya hevbeş de hatiye pêwîst e hemû aliyên nakok û desthilatên dîfakto kiryarên girtin û windakirinê û prosêsên kuştinê derheqê girtiyan rawestînin, herwiha parastina hemû delîl û gorên bi kom ji bo bikaranîna wan di dema sizakirinê de.
Rêxistinên sivîl daxwaz kirin ku pêwîst e aliyên nakok yên sereke û di serî de Beşar Esed û rêxistina DAIŞê çarenivîsa girtî û windabûyan eşkere bikin wek gaveke destpêkê di rêya pêkanîna dadweriyê û avakirina dewleteke xwedan serweriya yasayê li Sûriyê.
Nameya rêxistinan destnîşan kir ku rejîma Esed tevî derxistina wê ji belgenameyên mirinê ji hin windabûyan re piştî çend salan ji windabûna wan, lê hêj nahêle ku lêpirsîneke serbixwe û zelal derbarê sedemên mirina wan bê vekirin, û daxwaz dikin “sînorek ji bo van siyasetên reva ji sizayê bête dayîn ku rêgire li pêş her aştiyeke demdirêj li Sûriyê”.
Rêxistinan amaje bi giringiya avakirina dezgeheke niştîmanî bi serperştiyeke navnetewî ku tevahiya navendên girtinê û desteserkirina veşartî û ya neveşartî li pêşiya tîmên navdewletî û dezgehên mafperwerî were vekirin, û piştevaniya dezgehên civaka sivîl û destpêşxêriyên Sûrî yên ku di warê belgehirinê de kar dikin da ku bi erkê xwe rabin di warê lêkolîn û belgehkirina halatên windabûnê û destnîşankirina tawankaran û sizakirina wan, û pêşkêşkirina delîlan ji bo damûdezgehên ewlekariya navnetewî yên pispor ji bo şopandina” tawanên şer” û tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyê mîna “Desteya dîtina rastiyan” li Sûriyê û “Mekenîzma serbixwe ya navdewletî” ji bo şopandina lêpirsîn û lipeyçûna dadwerî li dijî pêkhênerê “tawanên mezin” li Sûriyê ji sala 2011an ve.
Berya niha jî Tora Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de ku di dawiya Adara derbasbûyî de derketibû tekez kir ku derdora 128 hezar kes hêj girtî yan windayî ne di zindanên rejîma Sûriyê û milîsên ser bi wê ve ji sala 2011an ve.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê û rêxistinên navdewletî yên taybet bi mafên mirovan û Neteweyên Yekgrtî kir ku fişareke rasteqîne li ser aliyên bi bandor bike da ku rejîm çarenivîsa bi hezaran sivîlên windayî eşkere bike, û bilez bi hezarên din ji zindan û jêrzemînên damûdezgehên ewlekariya xwe serbest berde.
Herwiha Enûmena Ewlekariyê di 11ê vê mehê de destpêşxêriya Kiwêtê derxist, ji bo behskirina dosya girtiyan, û daxwaza eşkerekirina çarenivîsa wan kir, herwiha parastina sivîlan li tevahiya deverên şer, û biryara 2474 daxwaz dike ku hemû tedbîrên guncaw werin wergirtin ji bo bi awayekî çalak lêgerîn li pey wan windabûyan were kirin da ku çarenivîsa wan were eşkerekirin bêyî ciyawaziyeke nerênî, û vegera termê kesên ku jiyana xwe jidestdane, û avakirina mekanîzmên guncaw ji bo hêsankirina pêwendiya ligel malbatan di dema lêgerînê de.
Jêder: Ragehandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê.