Bi hatina 4 tebaxa 2018 , 500 roj li ser binçavkirina Fûad Ibrahîm endamê xwecehiya Dêrikê ya Encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS derbas dibe.
Ibrahîm nûnerê ciwanan di xwecihiya Dêrikê de, roleke wî ya mezin di nava civakê de hebû, û ji çalakvanên berz bû li devera xwe, ji ber wê yekê ji hêla çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ve hate binçavkirin. Li gor daxuyaniya hevalên wî ji malpera Hevbendiyê re, wan tekez kir ku Ibrahîm gelek caran ji hêla çekdarên PYD ve rastî gef û fişaran dihat.
Malbata Fûad Ibrahîm ji malpera me re Ragihand ku piştî derbasbûna nêzî 500 rojî di ser revandin û binçavkirina wî re, ew tu agahiyan li ser rewşa wî nizanin, û tekez kirin ku wan serdana gelek navendên leşkerî û yên rêveberiya PYD kirine, lê ta vê gavê PYD bi girtina wî mukur nayê, û dibêjin ku ew ne di zindanên wan de ye.
Derbarê rewşa endamê xwecihiya Dêrikê ya ENKS, parêzer Mihemed Mistefa endamê nivîsgeha yasayî di encumanê de ragihand ku rewşa Fûad Ibrahîm ne zelale û Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD binçavkirina wî ji hêla aliyên xwe yên leşkerî ve red dike.
Mistefa got “me hûrgiliyên binçavkirina Fûad belge kirine, û doseya wî ji dezgehên mafê mirovan yên xwecihî û kurdistanî û navdeweletî re şandine, û em dozê li wan dezgehan dikin ku destwerdanê di vê pirsgirêkê de bikin da PYD çarenvîsa wî diyar bike” .
Tê zanîn ku Fûad Ibrahîm di 24-3-2017 li nêzî gundê Mameşûr li gundewarê Dêrikê hate revandin, û ta vê gavê çarenivîsa wî nediyar e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê