Li gora belgekirina Toreya Sûrî ya mafê Mirovan, di Sibata buhurî de 74 kes bi êşkenceyê şehîd ketin.
Rêjeya qurbaniyan ya herî mezin ji Hemayê bûn ku giha 17 şehîdan,di pey re 16 Şehîd ji Der’a bûn yên mayî ji Hums, Gundewarê Şamê, Idlib, Dêra Zorê, Heleb, Şam û Laziqiyê bûn. Di nav wan de sê xwendekarên zankoyê û du mamoste û zarokek hebûn.
Berê Hevbendiya Niştimanî Sûrî li civaka Navdewletî û Rêkxistinên mafê mirovan doz kiriye da” ji tawankariyên ko dezgehên Ewlekariya Rêjîma Sûriyê di dermafê Girtiyan de dikin sînorekî deyne ” û daxuyaniyê bêtir got: “nestandina helwestekê ji bo sizakirina Esed û dezgehên Ewlkariya wî, ew bi xwe jî beşdarbûn e di tawankariyê de û karekî nayê pejirandin, hem jî arzankirina jiyana miletan e.”
Herwiha berdevkê fermî yên Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kir ko “Dosya Girtiyan û bi taybetî ya zarok û jinan pêşindeya serekî ye ji Hevbendiyê re, çimkî tiştek cihê yek xulekê di zindanên Rêjma Esed nagire, vêca çawa ko Zarok ew qas êşkenceyê dibînin.” Bêtir got: “Em di hemû civîn û hevdîtinên xwe de evê zehmetkêşiyê didin xuyakirin û em doz dikin ko fişarê bidin ser Rêjîma Esed ji bo Gitiyan berde, û derdê wan sivik bike.”
Tê zanîn ko berpirsê bala yê Netewên Yekbûyî yê mafê mirovan Zeyd bin Ree’d Elhusên doz li Rêjîma Esed kir da di cih de “Girtiyan berde, çimkî ewan bi cûreyekî aştiyane derbirrîna dîtinên xwe kirine, û gerek mafê mirov bi tekûzî bête parastin.”
Bêtir got: “rewşa wan metirsîdar e çimkî raport li ser awayên êşkencekirinê û gelek nebaşiyên ko dibin diaxivin.”
Elhusên got texmîna hejmara kesên Girtî ji Adara 2011an ji xwepêşindanên Der’a heta nuha navbera dehên hezaran û sedên hezaran hene.
Raportên Netewên Yekbûyî dermafê mirovan de bi giştî heta bi êşkenceya ko dezgehên ewlekariya Rêjîma Esed li zindan û navendên leşkerî dibin rexne dikin.
Jêder: Hevbendî