Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD Endamê Komîta Navendî ya Partiya Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya Ebdulrehman Apo roja Çarşemê 14-11-2018 ji zindana Elaya li bajarê Qamişlo serbest berd.
Ebdulrehman Apo nêzî salekê û Çar heyvan di zindanên PYD binçavkirî ma bû, piştî li devera Efrînê hat binçavkirin.
Di daxuyaniyeke fermî de Ebdulrehman Apo ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku ew bi tewana axavtinê li ser alavên ragihandinê hatibû binçavkirin, lê wî diyar kir ku girtina wî tolhildaneke siyasî bû û got: “ji ber êrîşa li ser devera Efrînê ez ji bo gelek zindana hatim veguhestin, ta gihiştim zindana Elaya li Qamişlo”, û bal kişand ku PYD ew li bajarê Helebê radestî hêzên Ewlekariya Rêjîmê kirin, û ew 40 rojî di zindanên wan de binçavkirî ma.
Sebaret tendurestiya wî ewî got “Ez rastî gelek nîrên zehmet hatim, û ji ber wê yekê rewşa min ya tenduredtî lawaz bû û ez di zindanê de bi nexweşiya Şekir ketim” .
Tê zanîn ku Apo di 12 tîrmeha 2017 de ji hêla çekdarên PYD ve li Efrînê hatibû girtin, û ta vê gavê hejmarek ji endam û serkirdeyên partiyên Kurdî û ENKS di zindanên PYD de ne, û hin ji wan çarenivîsa wan ne diyar e.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê