Ketȋbeyȇn șoreșgeran șaxȇ muxaberatȇn azmanȋ ȇn rejȋma Esed li taxa Zahira li Helebȇ hilweșand, dȗv re ber bi hindek rȇbend ȗ xalȇn rejȋmȇ li bajȇr çȗn, nemaze taxa Meșariqe ȗ Izaha.
Di encama hilweșandina avahiya azmanȋ de bi dehan ji hȇzȇn Esed hatin kuștin, herweha bi dehan di pevçȗnȇn ku li eniya Silȇman El-Helebȋ ȗ taxa Izaha çȇbȗn hatin kuștin, ȗ șoreșgeran wargehȇn rejȋmȇ li taxa Bistan El –Bașa ȗ Cimhiyet El –Zehra bumbebaran kirin.
Hȇzȇn Esed ji hȇla xwe ve, di roja sisyan de li ser hev, bumbebarankirina taxȇn bajȇr dike, herweha hȇzȇn Esed taxa Bab Qinsrȋn bi sarȗxȇn zemȋn – zemȋn armanc kir, ȗ firokeyan bermȋlȇn teqȋner bi ser taxȇn El –Balit, Selhidȋn, Cib El-Qibȇ, Beyada, Mercȇ, șȇx Litfȋ, ȗ derdorȇn gundȇ Diwȇr Zeytȗn ȗ Bașkoy avȇtin, di encamȇ de hindek șehȋd ȗ birȋndar ketin.
Rȇvebiriya Perwerde ȗ Fȇrkirinȇ di hikȗmeta demkȋ de xwest ” Hemȗ dibistan, saziyȇn fȇrkirinȇ, peymangehȇn olȋ, li bajarȇ Helebȇ ji bo parastina șagird ȗ mamosteyan kar ta dawiya vȇ heftiyȇ rawestȋnin, ji ber rejȋma tawankar dibistan ȗ peymangehan armanc dike”.
Dibistan ȋroj Sȇșembȇ hatin girtin ȗ tevger li taxȇn bajȇr ȇn Rojhilatȋ kȇm bȗ, nemaze li ku duh ȇrȋșek azmanȋ dibistanek armanc kir ȗ 12 kes hatin kuștin, șeș zarok ȗ sȇ mamoste di nav wan de bȗn.
Ev yek piștȋ fitwa miftiyȇ rejȋmȇ Ehmed Hesȗn ragihandibȗ, tȇ de ji pirsyaran xwestibȗ ” Her devera ku bumbe jȇ derkevin wȇran bikin, ger kȋ bin, ȗ ta em ji sivȋlan re bȇjin, ger hȗn hevalbendȇ wan bin yan na, ji deverȇ herin”.
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiyȇ Hișam Merwa got fitwa Hesȗn vexwendek kuștinȇ bi navȇ olȇ ye, divabȗ ku li ser rawestana kuștinȇ ȗ belavkirina islamȇ kar kiriba, ev vexwend ne kȇmȋ yȇn rȇxistinȇn tirorist in li Sȗryayȇ, ȗ navtȇdaneke bo pȇkanȋna bȇtirȋn tawanȇn cengȇ ku lȇpirsiyanek yasayȋ li pȇș aliyȇn pispor ȗ fermȋ jȇ re divȇ.
Merwa pirsyariya van kuștarȇn ku di bin qapaxek olȋ de pȇk tȇn avȇt ser millȇ Esed, ȗ doz kir dosya Sȗrȋ here dadgeha tawanȇn navdewletȋ, ȗ tawankarȇn cengȇ ȗ xwediyȇn van fitwȇn ku handaneke bo pȇkanȋna kuștarin cengȋ li gor belgeya Roma werin seza ȗ cezakirin.
Merwa diyar kir ku tiștȋ Esed derheqȇ xelkȇ Sȗrȋ dike, tirora dewletȇ ye, ȗ rȇbazkirȋ ye, hemȗ saziyȇn xwe yȇn sivȋl, leșkerȋ, ȗ olȋ xistine xizmeta kuștina sivȋlan, ȗ tekez kir ku ev tawankarȋ ne kȇmȋ tirora Daiș e, ku Civaka Navdewletȋ pȇ mijȗl bȗye ȗ jȇdere sereke a hebȗna wȇ paș guh kiriye.
Jȇder: Hevbendȋ