Artêşa Azad piştî pevçûnin dijwar li devera Birêc û Menaşîr li Bakurî bajarê Helebê 12 leşker ji rejîma Esed kuştin û hejmarek birîndar kirin. Ji hêleke dî ve Artêşa Azad li Başûrî Rojavayê bajêr li devera Xan Toman piştî têkbirina hêzên Esed yên li wê deverê û destdanîna ser hindek xalan pêşve çû.
Di heman mijarê de ketîbeyên şoreşger dest bi operasyona rêxweşkirinê kirin ta biser serbazgehê Hamidiyê û Wadî Eldeyf li gundewarê Idlib de bigrin, wan ketîbeyan dest danîn ser rêbendên Elebûs, Elmiyah, Elmedacin, Elkemîn li serbazgeha Hamidiyê, û Elzeʾilane li Wadî Eldeyf, û erebeyek BMP li serkirdayetiya serbazgehê Hamidiyê li Eyn Qirêʾ bi srûxek Mîts wêran kir.
Jêder: Hevbendî – Cezîrê