Serpereştê Meydanî yê (Serpereştiya Aniya Başûr) Ebdullah Ebû Telhet ragihand ko li Aniya Başûr çend Gund li Gundewarê Der’a ku dora 70% ji parêzgehê ye heta bi sînorê bi Urdinê re jî kontrol kir.
Ebû Telhe di daxuyaniya xwe ya digel Nûçegihanê Enadol re got: Anî li Herêma Qelemûn li ser sînorê Libnanê pêş ve çûye, digel ko Mûşekên dûravêj ji Lîwayê 82an yê li Şêx Miskîn û Der’a bidest xistine.
Ji aliyê xwe ve Ebû Ehmed El’asimî Endamê Serpereştiya leşkerî a bilind ya Artêşa Azad ji Rojnameya Elşerq Elewset re got: Tiştê ji Herêmê di bin kontrola Rêjîmê li dora 20% nebêtir maye, hêzên Rêjîmê tenê di çarkoşeya Ewlekariyê li bajarê Der’a dimînin û Rêya Izre’h û Şamê ya ko Rêjîm xwe bi ser ve pelû dike da ji dest dernekeve da rê ji ser Alaya 15an neyête birrîn û piştgiriya Şamê ji hêza xwe re dabîn bike.
Di derbarê Rêbuhêrkên bi Urdinê re, Eelasimî got: Aniya Başûr li Rêbuhêrka Remta ji aliyê Der’a Elbeled ve kontrol dike û Rêjîm Rêbuhêrka Nesîb kontrol dike, lê ew xewle ye û nayê bikar anîn. Bêtir got: Rêjîmê Rêbuhêrkeke nû ji aliyê Parêzgeha Siwêda ve vekiriye, ew jî li Riwêşid e û ji aliyê turumbêlên ko ji Libnanê bi bal Urdin ve diçin bikar tê.
Dawî got: Aniya Başûr ji (57 Yekîniyên Leşkerî) hat damezirandin, 40 hezar şervanên wê hene di navbera Dera, Qunêtira û Qelemûn de ne, dijminek ewan bi yek dike. Ew jî Rêjîma Esed û Çeteyên Hizbullaha tirorist û Îran e, ji ber wilo jî bi yekrêzê digel hev beraberiya evan dijminan dikin.
Jêder: Hevbendî