Artêşa Sûrî ya Azad duhî li parêzgeha Qonêtira dorpêça li ser Bêt Cin a li Xûta Şamê ya rojava têkşikand, jo bo gihandina wê ji aliyê cografî bi ser parêzgeha Qonêtira ve, di çarçova oparesyona “şikandina qeydên li ser Hermon” ya li dijî hêzên Esed û milîsên mezhebperist li navçeyê ragihand, û paşî xwe ji navçeyê vekişand, ji ber piştgiriya Îsraîlê ji wan milîsan re.
Odesya oparesyonên Cebelşêx ya ser bi artêşa azad, di daxuyaniyekê de got ku şer wek bersivekê hat li ser oparesyinên hovane yên hêzên Esed û milîsên mezhebperist li ser navçeyên nişteciyan û zeviyên bajarokê Bêt Cin û gundên doruber û bombebarankirina taxên nişteciyan û hewlên derbasbûna navçeyê.
Odeya oparesyonan tekez kir ku wê karê keşkerî li dijî hêzên Esed berdewam be heta têkşikandina dorpêçê û serbestkirina girtiyan, û daxwaz ji hêzên artêşa azad kir ku tevlî oparesyonê bibin û guh nedin fişarên navdewletî.
Çalakvanên gundewarê Qonêtira tekez kirin ku çeperên artêşa azad ji aliyên hêzên Îsraîlê ve bi mûşekan hatin armanckirin, û diyar kirin ku bombebarankirina Îsraîlê yekser hat piştî gaziya milîsên mezhebperist li bajarokê Elheder yên ser bi hêzên Esed bo hawarhatina hêzên dagîrkar bi sedema êrîşên artêşa azad, û gotin ku sînor ji aliyê hêzên dagîrkar ji bo milîsan hatin vekirin û ew hatin biçekirin, bo standina wan navçeyên rizgarkirî ji dest artêşa azad.
Hêjayê gotinê ye ku gund û bajarokên gundewarê rojavayê Şamê ji berî 10 heyvan û heta niha ji aliyê hêzên Esed û milîsên hizbulaha terorîst ve hatine dorpêçkirin, û bi giranî bi bermîlên teqîner û bi mûşekên modêla fîl û bi firokên şer tê bombebarankirin, hevdem ligel hewlên rojane yên derbasbûna hêzên Esed û bersivdana wan êrîşan ji aliyê tabûrên şoreşê.