Artêşa Sûrî ya azad duh sêşembê navçeya “Mehrûte” li Qelemûnê li herêma Badiye kontrol kir, piştî pevçûnên li hember hêzên rêjîmê û milîtanên Îranê yên piştgiriya Rêjîmê dikin di şerê “Elerdûlena” yê ko di 31 gulana borî de hatiye ragihand.
Artêşa “Isûd Elşerqiyê”ya bi ser artêşa azad ve ragihand ko duh sibehê alayan dest bi armanckirina cihên hêzên rêjîmê û milîtanên Îranê bi mûşek û guleyên topan kirin, di encamê de xêzên pêşin yên bergiriyê têk çûn û 11 endam ji hêzên Esed û milîtanên piştgirya wan dikin ji nav wan jî efserk hatin kuûtin.
Artêşê di dauyaniyeke xwe de diyar kir ko alayên di şer de beşdar bûne çend alavên hêzên rêjîmê wêran kirin û hin tang û çend topên hawin û çekin din bi dest xistine. Bêtir got ko nuha ber bi herêma “Um Rimem” ya li tenişt Mehrûte ve diçin, ya ko di bin kontrola Esed de ye.
Û hejmara kuştiyên Esed û milîtanên Îranê bêtir ji 180 endamî bûn, di heyamê mehekê de ji destpêka ragihandina şerê“Elerdûlena” yê ko amanca şoreşgeran jê berdana hêzên Esed û milîtanên Îranî ji herêma badiyê û Qelemûna rojhilat bû.
Alayên artêşa azad rûberek mezin ji badiya Sûriyê rojhilatî parêzgeha Siwêda kontrol kiriye, her weha herêma Qelemûn li gundewarê Şamê, ya ko hêzên rêjîmê hewil didin di bin sîwaneke Rûsî de ber bi wê ve herin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart