Endamê emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî û rêxerê giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurdî “Fêsel Yosif” helwesta ENKSê li ser destpêşxeriyên ji hin aliyan derdikevin derbarê hevpeyvîna kurdî-kurdî nemaze di navbera ENKS û PYDê de diyar kir, û bal kişand ku pêwîstiya hevpeyvînê bi pabendiya bi rêkeftinên berê heye, û kar bête kirin ji bo peydakirina hevpariyek rasteqîne û nehêlana tekrewiyê û standina biryaran bi tena xwe û pabendî bibe bi lênêrîna hevbeş ya emzekirî di navbera herdu aliyan de ya ji bo avakirina dewletek federal û biryardana destûrî bi mafên netewî yên gelê kurd li Sûriyê ligor peyman û belgenameyên navdewletî.
Yosif li ser rûpela xwe ya “fecbook”ê, li ser heman mijarê, amaje bi helwesta fermî ya ENKSê kir ya hatibû standin di belgenameya wê ya siyasî ya siyemîn kongirê ENKSê de li nîva sala 2015 an ku derbarê vê yekê biryar hatibû standin ku:
1- ENKSê tekeziyê li ser hewlên xwe yên berdewam ji bo yekrêzî û yekhelwesta gelê kurd dike û herwiha pabendiya xwe bi deq û tekseta rêkeftina Dihokê tekez dike û kar dike ji bo vejînkirina wê bi rêka:
– avakirina hevpariyek rasteqîn di navbera herdu aliyên rêkeftinê (ENKSê û tev-dem) de, têde baledestî û standina biryaran bitenê bête pûçkirin.
-panbendî bi lênêrîna hevbeş ya emzekirî di navbera herdu aliyan de ya derbarê avakirina dewleteka Sûriyê ya federal û biryardana destûrî bi mafên netewî yên gelê kurd ligor rêkeftin û peymanên navdewletî.
2- ENKSê sercem şêweyên xebata aştiyane û demokrat bikar tîne ji bo dabînkirina bernameyê xwe yê siyasî.
ENKSê daxwaza peydakirina seqayên posîtîv ji aliyê din dike bi rêka rawestandina kiryar û hewlên baldestiyê li ser ENKSê wek (daxistina nivîsîngehan- girtin…), ji ber ku her diyalogek ne hevseng wê nebe cihê hêviya xudanên niyazên dilpakan û wê rewş wek xwe bimîne.
Fêsel di dawiya daxuyaniya xwe de bal kişand ku gelê kurd li Sûriyê di qonaxek hestiyar de derbas dibe, ku giringtirîn qonax e ji bo dupatkirina hevpariya xwe di Sûriya paşerojê de û danpêdan bi mafên xwe yên netewî bi dest xwe ve bîne, û ku pêwîstiya vê yekê bi erkên hemû dilozên gelê kurd heye.
Jêder: Beşê kurdî ji Ofîsa Ragihandina Hevbendiyê