Ji aliyê hin rojnameyên rojavayî ji wan rojnameya (Telegraph) ya Birîtanî, têkiliya NY bi hin kesayetiyên rijêma Esed ên xudan bandor re hatiye diyarkirin, û rojnameyan eşkere kiriye ku NY bi milyonan dolar dane kompanî û kesayetiyên nêzîkî rijêma Esed.
Ajansa Bloomberg ya abûrî jî bal kişandiye ser ku ligor raporta salane ya kirînên NY, 18 milyon dolar ji aliyê NY hatine mezaxtin bo kompaniyên nêzîkî Esed û yên bi rêveberiya kesên ji malbeta Esed.
Rojnameyan diyar kirine ku NY hevparî ligel du komeleyên xêrxwazî yên Sûrî kiriye, ji wan komela “Elemanê” ya Sûrî ya bi serokatiya Esma hevjîna Esed, û rojnameyan bal kişandiye ku navê Esma di nav lîsta sizayên Amerîka de hatiye.
Rojnameyan diyar kiriye ku NY bi nêzîkî 8.5 milyon dolar terxan kirine bo komela Esma Esed, tevî ku navê wê di lîsta sizayên Ewropî de jî hatiye.
Herwiha ligor dumahîk raport ya kirînên salane ya NY, ku zêdetir ji 9.5 milyon dolar hatine mezaxtin bo niştecêbûnê di hotêla “forsîzon” de ya ser bi wezareta geştugozariya Sûriyê ya dikeve di nîva Şamê de, herwiha girêbestên hêsan hatine pêşkêşkirin di warê pêwendiyên telefonî de bo fermandeyên ewlehiya Rijêmê û kesayetiyên nêzîk ji Esed, di nav de bo Ramî Mexlûf kurxalê Esed, yê navê wî di lîsta sizayên Ewropî de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat