Alayin Artêşa Sûrî Ya Azad hewildana derbasbûna hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî û hizbulaha tirorist ji bargehên wan yên Dera’yê re têkbirin, piştî pevçûnên ko bêtir ji 12 demjimêran berdewam kirin, di wê cengê de hêzên rêjîmê û milîtanên ligel wê şer dikin ziyaneke mirovî ya mezin dîtin.
Odeya operasiyonên “Elbunyan Elmersûs” ragihand ko wan deh endamên hizbulaha tirorist di şerên Dera de kuştin, di heman dema hêzên rêjîmê herêmên niştecihan bombebaran kirin.
Odeya operasiyonan di malperên xwe yên fermî de doh yekşembê anî ziman ko wan endamên hizbulah li taxa “Secna” kuştine, û navên wan jî bi tekûzî nivîsandine.
Herweha bajar ket ber bombebareneke Rûsî ya asmanî û topbarana li ser taxa Der’a Albeled û ya Terîq Elsed û ya Kampan, û di encamê de wêraniyeke mezin çêkirin.
Jêderekî bijîşkî ji acansa Simart re anî ziman ko firokên hilîkopter çar bermîlên teqîner bi ser gundê Elgariye de (14 km bakurê rojhilatê bajarê Dera) berdane, û hin kuştî û birîndar ketine. Her weha êrîş dane ser taxên Dera Elbeled û taxa Terîq Elsed û kampa penaberan.
Tê zanîn ku hêzên Artêşa Azad ji doh sibehê de şerekî tund dikin li dijî êrîşa hêzên rêjîmê û hevalbendên wê li ser Der’ayê, bi amanca herêmên taxa Elmenşiyê û taxa Secna vegerînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî