Toreya Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe ya mehane de, doh roja yekşembê, binpêkirinên derheqê kadirên bijîşkî û yên berevaniya sivîl û bargehên ko lê kar dikin belgeh kirine.
Di raporta toreyê de hat ko heşt kes ji kadirên bijîşkî û yên berevaniya sivîl di şeş bûyerên êrîşên li ser navendên corbicor li Sûriyê hatine kuştin, û diyar kir ko pênc kadir bi destê aliyên nenas hatine kuştin, û rêkxistina Daiş 2 kes kuştine, û kesek li ser destê alayeke din hatiye kuştin.
Û di raporta xwe de anî ziman ko çar kes ji berevaniya sivîl û kadirek ji Nûheyva sor bi destên aliyên nediyar hatine kuştin, her weha toreyê sê bûyerên zêdegaviyan ji hêla hêzên Rûsî û hevpeymaniya navdewletî û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat, û zêdegaviyeke din kirarê wê nediyar e belge kirine .
Raportê şeş bûyerên zêdegaviyê li ser navendên zindîdar yên berevaniya sivîl û navendên rêkxistinên mirovî bi destê hêzên Esed yên ko du navendên berevaniya sivîl amanc kirine belgeh kirine. Di encamê de hejmara qurbaniyên kadirên bijîşkî û kadirên berevaniya sivîl yên sala derbasbûyî li gora raporta toreyê giha 167 kesan, û 448 bûyerên zêdegaviyê li ser avahiyên ko kadir di karên xwe de wan bikar tînin.
Di dûmahiya raporta xwe de toreyê daxwaz ji Encûmena Ewlekariya navdewletî kir ko berpirsiyariyên xwe yên yasayî û yên sincî derbarê tiştê ko li Sûriyê çêdibe hilgire, bi kêmanî yê ko derheqê kadirên bijîşkî dibin, û wek “temaşevanekî bêdeng di nav sûlaveke xwînê ya rojane de raneweste”. Her weha toreyê ji rêkxistinên navdewletî xwest ko kesên xwebexş bişîne herêmên nemetirsîdar da bi hawara nexweşan ve biçin, bi taybetî piştî ku gelek kes bi sedema kêmbûna kadirên bijîşkî dimrin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans