Alayên artêşa azad li gundewarê Şamê hêzên Esed bi bikaranîna gaza kilor ya jehrîn, çar caran di 24 demjimêrên borî de, li aniyên şer li bajarokê Zemelka û Eyn Terma li Xûta Şamê ya rojhilat li gundewarê Şamê bikar aniye.
Çalakvanan wêneyin belav kirine tê de birîndarên bihinçikandî ji ber gazên jehrîn çareser dibin, ew xazên ko hêzên rêjîma Esed di operasiyonên bombebarankirinê de bikar anîne. Çalakvanan ji jêderin meydanî û bijîşkî guhastine ko çend kes gihane nexweşxanê û bihnçikandina bi sedema bînkirina heybereke jehrîn li wan xuya dikir.
Emerîka duşemba borî hişyariyeke tund da rêjîma Esed, derbarê pêkanîna êrîşên kîmawî, û got ku wê ev hişyarî da ji ber wê çalakiyên gumanlêkirî li bingeha Elşûeyrat dîtine.
Her weha Firensa roja înê daxwaz ji endamên rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî kir tako derbarê encamên raporta rêkxistinê tevbigerin, ya dibêje ko rêjîmê gaza damaran (Sarîn) di êrîşa li ser Xan Şêxûn bikar aniye, û tekez dike ko bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re guman têde nîn e.
Tê zanîn ko komîtekê bi ser rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî, di raporta xwe ya roja pêncşemba borî de tekez kiriye ko bi rastî gaza sarîn di êrîşa bajarokê Xan Şêxûn li Sûriyê roja 4 nîsana borî bikar hatiye.
Tê zanîn ku ji encama êrîşa Kîmawî ji hêla hêzên Esed ve li parêzgeha Idlibê, 87 kes ji wan jî 31 zarok hatibûn kuştin, û wek besivê li ser êrîşa kîmawî dijî sivîlan, Emerîka bingeha leşkerî ya rêjîmê bi êrîşeke bi mûşekan, ku ew yekem car bû bi wî rengî dibe, amanc kir.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans