Artêşa Sûrî ya azad berda rêkxistina Daiş ji Badiyet Elhemad piştî ko çend derver doh yekşembê kontrol kirine di şerê “Serecna Elciyad” ya ko berî du rojan hate ragihandin.
Çalakvanan anîn ziman ko Şoreşgeran rêbenda zaza û Siriya vekolînên zanistî li herêma Eltîs û Cebel Sîs kontrol kirine, her weha rêbenda Elsebi’ Biyar û Mekhûl û girê Mekhûl û Sed Rîşe û hin herêmên din li derdora wê di qonaxa pêşî ji cengê kontrol kirine.
Artêşa azad çend ceng li dijî rêkxistina Daiş pêkanîne û di 23 sibata derbasbûyî de bajarê Babê li gundewarê Helebê yê rojhilat kontrol kirine.
Çend alayên leşkerî yên artêşa Sûrî ya azad “Encûmena Leşkerî a yekbûyî ya bajarê Dêra zorê ” damezirandine, bi amanca ji destê rêkxistina Daişa tirorist rizgar bikin.
Alayên leşkerî daxuyaniyeke vîdyo doh belav kirine tê de amancên xwe bi şerê li dijî sê hêzan “Daişa tirorist, rêjîma Esed ya tawankar û milîtanên cudaxwaz”ragihandine, daxwaz ji hemû efser û alayan û takekesan ji xelkên Dêra zorê kirine ko tevli pêkhateya nû bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/ I’neb Elbeledî