Artêşa Sûrî ya Azad tunelekê di bin cîgehekî leşkerî yê Hêzên Esed li derdora Keleha Helebê diteqîne, di encamê de Cîgeh bi tevayî wêran bû û bi dehan leşkerên Esed hatin kuştin.
Herweha hêzên Esed û Çeteyên tirorist yên ko bi ser wan ve teqînek li derdora Kelehê kirin pir ziyan li Mizgefta Sultaniyê ya kevnare kirin.
Herweha ji doh ve şer li derdora Keleha Helebê û li gelek Herêmên Der’a berdewam e û bi wê yekê jî Şoreşger gihane nêzîk Rêka sereke ya navbera Der’a û Şamê û bajarê Izre’ ya istiratîcî ya ko ji giringtirîn bajarên di dîwarê Esed yê berevaniya Şamê û Gundewarê wê dike tê hejmartin.
Li Şamê û Gundewarê wê jî doh Rêjîmê herêmên Beyt Sehim û Mezari’ Xan Elşîh û Dirûşa û Se’ise’i û Dûma, herweha Rêjîmê Nexweşxana Gorepanî li Xan Elşîh bombebaran kir di encamê de çend ji taximê Bijîşkiyê Birîndar bûn, û avahiya Nexweşxanê hinek jê herifî.
Jêder: Hevbendî+Eljezîra