Peyvdarê Fermî bi navê Artêşa Niştîmaniya Sûriyê, Raid Yûsif Hemûd, diyar kir ku ewê ligel hêzên Tirkiyê beşdariyê di operasyona rojhilatê feratê de bikin, û destnîşan kir ku xalên armanckirî dê bighên 150 xalên ku milîsên YPGê lê bicih bûne.
Hemûd di daxuyaniyeke taybet ji bo hin medyayên xwecihî got ” Şer dê bi rengekî tekûz be, mîna operasyona Şaxa Zeytûnê, û amadekariyên artêşa niştîmanî berdewam dikin, û dê beşdarî ji hemû feyleqan be.”
Hemûd diyar kir ku dê ew şer 150 xalan di navbera Munbic û Girê Sipî de li xwe bigre, û lêzêde kir” Dê tevahiya coreyên çekan werin bikaranîn, bi beşdariya firokeyên şer yên Tirkiyê, û dê şer li ser çend qonaxan dabeş bibe.”
Û tekez kir ku ew operasyon sivîlan nake armanc, û tenê dijî rêxistinên terorîst e, û wiha berdewam kir:” Artêşa Niştîmanî dê sivîlan û mal û milêkn wan biparêz e, û nahêle fitneya ku milîsan durst kiribû di nava pêkhateyên Cizîra Sûriyê de biçe serî”.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragihandibû ku dê opersyona leşkerî li rojhilatê feratê di çend rojên bê de were destpêkirin, û Erdogan di axaftina xwe de ya Doh Çarşemê got”Me hemî amadekarî li dijî milîsên PYDê kirine, di heman dema ku me hişyarî derbarê rojhilatê feratê didan”
Û wiha berdewam kir: ” Hin axaftin derbarê tevgera DAIŞê li rûberekî 150 Km çargoşe hene, eger ev tenê be, em amde ne wan jî jinav bibin”.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî