Şerin dijwar di navbera Artêşa Azad û hêzên Esed li derdorên taxa Riya Sedê û li ser eniya Rojhilatî li bajarê Der´a qewimîn.
Ji hêleke dî ve balefirên cengî yên hêzên Esed êrîş bi sarûx û bermîlên teqîner birin hindek bajar li parêzgeha Der´a wek Şêx Miskîn, Tefes, Kefer Nasic, û Mizêrîb, herweha bumbebarankirinek bi bermîlan li ser bajarokên Elyawde, Um Elmeyazin, Nesîb, Eltîbe, û Kehîl, û hîn topbarankirina dijwar li ser bajar û bajarokên parêzgeha Der´a berdewam e, di encamê de wêraniyên mezin di samanên bingehîn û avahiyên giştî de çêbûn, herweha hejmarek mezin ji birîndar û şehîdan ketine.
Hêjaye gotinê ku ev êrîşa tawankar û dijwar ji hêla hêzên Esed ve li ser parêzgeha Der´a wek tolhildanekê ye ji pêşketina mezin ya leşkerî ku Artêşa Azad li wir bidest xistiye, nemaze li Gundewarê Rojavayê parêzgehê, destdanîna li ser Til Elhara ya xwedî giringiya istratîjî ya mezin, û Til Elcedîra û Til Elehmer, û hemû jî li bajarê Elhara yê kêleka Qunêtra ne.
Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nesr Elherîrî li ser kuştarên ku Esed li Nesîb û Elcîze li Der´a û bajarên dî dike got: ” Ev hevrikiyek ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re ye, binpêkirinek diyar e ji yasayên navdewletî û belgeya mafê mirovan re”.
Razgirê Giştî dît ku: ” Ev kiryarên hêzên Esed yê jiserxweçûyî rastiya Civaka Navdewletî di şerê wê li dijî tirorê dixe bin ezmûneya yasayî û mirovahî”. Herîrî destnîşan kir: ” Dozên me yên berdewam bo pêwistiya rawestandina kuştaran derheqê sivîlan de, û hilgirtina hevpeymaniyê ji berpirsiyariyên xwe re ne ku em lavlavê ji wan dikin, lê belê ew erkek yasayî û exlaqî ye, û çi kêmasî yan derengî di rawestandina kuştinê de, ku Esedê diktator û bêdengiya navdewletî serokatiya wê dikin, mîna beşdariyekê di kuştinê de ye û binpêkirinek diyar e ji pîrozahiya yasaya navdewletî û belgeya mafê mirovan re. Kuştarên mezin yên tirsnak ku îro derheqê Xelkê Nesîb û Cîza dibin, bersiveke li ser têkçûna hêzên Esed û keriyên Hizbillahên tirorîst li himber hêzên Artêşa Azad li Til Elhara ku Esed ew ji xwe re kiribû çeper û Bingehek leşkerî di riya wê re rihê hezarên zarokan, jinan, û xortan diçinîn. Ev balefirên ku destin lerzok û xayin wan diajon, da bidehên bermîlên mirinê ên teqîner bi ser xelkên Der´a de bibarînin, nikarin hêza Der´aya azad bitewînin, Der´a yekem endamên malbata Sûrî ye ku doza rûxandina Esed û keriyên wî, di dîroka nûjen de, kiriye”.
Jêder: Hevbendî