Careke din operesyiên bi lez ên şoreşgeran li parêzgeha Deraayê dijî baregehên rêjîmê vegeriyane, û êrîşeke çekdarî birin ser baregeha ewlekariya asîmanî li bajarê Dail, û ew devera ewlekarî bi çekên sivik armanc kirin, piştî dirandina wêneyên Beşar Esed ên li ser riyan û dikanên bajêr.
Û axêverê fermî bi navê kombenda azadîxwazên Horanê, Abû Muhemed el-Horanî, ji malpera “Huriya Press ” re diyar kir ku girûpeke nenaskirî êrîşê baregeha ewlekariya asîmanî li bajarê Dail yê gundewarê parêzgehê, û hîn nehatiye naskirin gelo kesek ji endamên baregehê birîndan bûne yan na.
Û herweha got ku hin kesên nenaskirî berê jî rêbenda bajarokê “el-Micbil” yê bi ser rêjêma Esed ve li rojhilatê bajarokê “Mihce” li gundewarê parêzgeha Deraa armanc kiribûn.
Û hin kesên nenaskirî berî du rojan li ser dîwarên dibistanan li bajarê Dail gotinên dijî rêjîma Esed nivîsandibûn, û vê yekê hişt ku endamên ewlekariya leşkerî û ewlekariya asîmanî li bajêr têkevin rewşa amadebaşiyê.
Û hefteya bûrî gundewarê rojhilat ê parêzgehê, geşbûna xwe ya şoreşgerî vegerand, bi riya êrîşeke çekdarî ya bi tivingan û guleyên RPG, li ser rêbendekê ji yên rêjîma Esed li bajarokê Nahta yê li gundewarê Deraayê.
Û berxwedana sivl li deraayê di daxwiyaniyeke xwe de , doh duşembê belav bibû, bang li xortên Sûrî kir ji bo tevlî rêzên wê bibin , ji bo domandina pêvajoya Şoreşê dijî rêjîma Esed, piştî ku rêjîm li soz û peymanên xwe xwedî derneket, û lihevhatin beravêtî kirin, û ji wan xwest ku “ Riya xwe berdewam bikin ji bo parastina bindestan, û berdewamkirina riya azadiyê ya ku xwîna gelê birîndar di ber de hatiye rijandin”.
Û tê zanîn ku asta nerazîbûnê dijî kiryarên rêjîma Esed û dezgehên wê yên ewlekarî li Deraa bilin bibû, û ji roja sêşemba bûrî de ji qonaxa nivîsandina li ser dîwaran, çûbû qonaxa yaxiya sivîl, wek redkirinê ji operasyonên leşkerkirina neçar di nav hêzên rêjîmê de re.
Û berî ev operesyonên bi lez dijî baregehên rêjîmê ji aliyê nenasan ve dest pê bikin, nivîs li ser dîwaran hatibûn nivîsandin , tê de gef li rêjîmê û mana wê hatibûn xwarin, û asta tevgera şoreşgerî ji heyva bûrî de li Deraayê bilind bibû, tevlî tundiya ji hêla hêzên ewlekariyê rêjîma Esed .
Jêder : Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî