Rojnameyeke Sûrî ragihand ku bazirganên bajarê “Seraqib” li gundewarê Idlib dikanên xwe girtin, bi sedema tirsa bombebarana berdewam ji aliyê hêzên Esed li ser deverên giring û nişteciyan.
Rojnameya “Enab Baladi” got ku Bazirganên “Seraqib” li gundewarê Idlibê, dikanên xwe ji tirsa topbaranan berdewam ya ji aliyê hêzên Esed girtin, û diyar kir ku bi taybetî bazarên gelêrî û taxên şêniyan têne topbaran kirin.
Rojnameya diyar kir ku bazirgan neçar dibin ku dikanên xwe bigirin ji ber bombebaraneke din ya ji aliyê hêzên rejîmê û çeperên wê li “Şengal” û “Abu al-Duhur” û “Abu Dali”, û diyar kir ku kesên sivîl jî di tirsa bombebaranê de dijîn, û dibe bibe sedema betalkirina hemû nivêjin xwe yên li mizgeftan.
Ji destpêka sibata borî topbarana bi top û mûşekan ji aliyê hêzên Esed li ser axa parêzgeha Idlib berdewam e, tevî dakokiya dibe li ser berdewamiya peymana Idlibê ya li ser agirbestê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku êrîş û dubarebûna topbaranê bi armanca alozkirina gihîştina çareseriyeke siyasî li gorî biryarên navnetewî ye, bi taybetî jî li gorî daxuyaniya Cenevre û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihsndina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî