Piştî êrîşên rêxistina DAIŞê li ser Hermêma Kurdistanê gelek kompaniyan ji ber rewşa abûrî û ewlehî ya xerab karê xwe rawestandin, ev jî bû sedem ku piraniya penaberên Sûrî bêkar bimînin.
Slêman Ferhan yek ji kesên ku karkeran ji kompaniyan re dibîne ji me re got “jimara kompaniyên ku rawestyane pirin û ev yek bandoreke neyînî li penaberan dike”
Ji hêla xwe ve Ayaz Hesen dibêje “rewş bi gîştî xerabe, mafê penaberên ku kar dikin jî ti gerantî jêre nîne , xwediyên kompaniyan yan kesên ku kar ji penaberan re dibînin mafên wan bin pê dikin”
Ev rewş bû sedem ku penaberên li bajaran bicî bûbûn berê xwe bidin kampan.
Hîwa can / hewlêr