Encûmena şoreşgerên Hesekê duhî yekşembê li bajarê Urfayê behiyeke giştî bo qurbaniyên zindanên rêjîma Esed lidar xistin, qurbaniyên ko navên wan di lîsteyên mirinê de hatine ragehandin, yên ko rêjîma Esed ew ji navendên nifûsan re li parêzgehên corbicor şandine.
Rêkxistinên mafnasiyê mirina 750 kesan ji parêzgeha Hesekê yên ko hatine êşkencekirin aşkere kirine, ligel bi hezaran nav ji parêzgehên din.
Desteya niştimanî ya girtî û windayan behînameyek ji encûmenê re şand tê de pirotestokirina xwe ya derbarê tawankariyên rêjîma Esed derheqê girtiyan aniyê ziman, tekez kir ko ewê kar bike bo hemû tawankarên cengê siza bibin, bêtir got: ‘’ em jibîr nakin çima tawankar Beşar Elesed hûn kuştin û em pakrewanan jibîr nakin û emê şev û roj kar bikin bo kujer ji sizayên dadwer rizgar nebin.‘’
Bal kişand ser ko rêjîm ‘’ bi şandina van lîsteyan xwe pirotesto dike, ko ew berpirsiyariya tawankariyên cengê û yên li dijî mirovîniyê hildigire.‘’
Di heman pêvajoyê de çend mafnas û çalakvanên Sûrî bangeke lezgîn ji rêkxistinên navdewletî yên bi mafên mirovan re têkildar in şandin, bo piştgiriya wan bikin derbarê kêşeya tawankariyên derheqê girtiyan de çêbûne, yên ko vê dawiyê navên wan hatine ragehandin ko di zindanên şaxên ewlekariyê de hatine kuştin.
Her weha Qeter û Lîxtinştayin nameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotrîs re ji dêvila 41 dewletan şandine, derbarê ko rêjîmê bi hezaran belgehên mirinê derheqê girtiyan derkirine, û rêjîm bi tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê li hindirê zindanan tohmetbar kir, ko girtiyan bi awayekî rêbazkirî êşkence dike û dikuje.
Dewletan di teksta nameyê de anîne ziman ko ‘’rêjîmê mafê mirovên girtiyan yê naskirina çarenivîsa wan û binaxkirina wan binpê kiriye‘’, û her weha Human rights watch behsa heman mijarê kiriye, ji bo naskirina sedemên rastîn ji mirina girtiyan re, û dana kaxezeke piçûk ji bo diyarkirina roja mirina wan “têrê nake”.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî