Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku nexweşiya Leşmaniya û Sil li hindir kampên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYDê li bakurî Helebê belav bûye, û “bêhtir ji 2000 kes ta niha bi nexweşiya leşmaniya ketine û bi dehan bi nexweşiya sil”.
Her wiha Zeyno bal kişand ku rewşa tenduristî pir xirab e, û li hindir kampên PYDê li bakurî Helebê “derman tuneye , û rêjîma Esed rê nade nexweşan ku biçin Helebê ji bo wergirtina çareseriyê “
Zeyno tekez kir ku rêjeya nexweşiyan bilind dibe û rêvberiya PYDê dermên ji nexweşan re li hindirê kampan peyda nake.
Û berî demekê ji encama têkçûna rewşa tenduristî keça bi navê Erîfa Bîlal ji gundê Qediye ê bi ser bajarokê Raco ve li hindir kampên PYDê jiyana xwe ji dest da.
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê de yên li derdora bajarê Helebê hene.
Jêder: Beşê Kurdî ji Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî