Encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd sepetên xwarinê li penaberên kurd yên Sûrî li bajarê Edena yê Tirkî û gundewarên wî belav kirin.
Komîta erkdar bi karê belavkirinê ku ji Zara Misto û Mehmûd Kalo û Weys Şêxî pêk dihat ,ew parên sepetên xwarinê di 16 Sibatê li gundewarê Edenayê û yên din di 17 Sibatê de li bajêr belav kirin.duktor Yeşar Elî endamê Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ji mere ragihand ku sepetên keresteyên xwarinê yên ku her yek ji wan bi nirxê 55 milyon lîreyên Tikî bû ku ji (5 kg şekir-5kg makerûn-5kg savar )pêk dihat, li ser 300 malbatî li gundewarên bajêr hatin belavkirin.
Hate zanîn ku Encûmena Niştimanî ya Kurd leqê Si´ûdiyê û Hevbendiya Niştimaniya Sûrî û Partiya Azadî ya Kurdistanî li Turkiyê beşdarî di dabînkirina vê alîkariyê de kirine. Jêder :Hevbendî û Merseda Sûrî ya mafê mirovan