Navenda Sûrî ya azadiyên rojnamevanî ya ser bi kombenda rojnamevanên Sûrî ve, raportek salane bi belgekirina 226 binpêkirinan dijî ragihandinê li Sûriyê li sala borî belav kir, û navendê dîtiye ku rêjeya binpêkirinan bi awayekî mezin bilind bûye, eger bên pîvan bi binpêkirinên salên borî re.
Di raporta navendê de amarek bi binpêkirinên sala 2017’an hatiye pêşkêşkirin, û têde 1082 binpêkirin dijî ragihandinê li Sûriyê ji sala 2011’an heta roja çarşemê 17’ê çiriya paşiyê ya sala 2017’an hatine belgekirin, û raportê gotiye ku rijêma Esed di serî de hatiye, û ew berpirsyar e di ber kuştina 15 rojnamevan de, ji hejmara 43 rojnamevanan , û paş re rêxistina DAIŞ’ê berpirsyar e, bi kuştina 14 rojnamevan, û hêzên Rûsiya berpirsyarên kuştina 5 rojnamevan e, û berpirsên kuştina 6 rojnamevanan nehatine nasîn.
Raportê gotiye ku 72 binpêkirin bi destê rijêma Esed hatine pêkanîn, û 29 binpêkirin bi destê rêxistina DAIŞ’ê, û 28 binpêkirin bi destê desteya tehrîr Şam, û 24 ji aliyê hêzên Rûsiya, û 18 binpêkirin ji aliyê PYD’ê, û 15 binpêkirin ji aliyê hêzên din hatine pêkanîn, û berpirsyarên 18 binpêkirinan nehatine nasîn.
Raporta navendê bal kişandiye ku hejmara kuştina rojnamevan li sala 2017’an kêmtir bûye beramber salên din, û tekez kiriye ku rijêma Esed hevdem hatiye di rêza yekem de ya aliyên binpêkerên mafên mediyakarên Sûriyê.
Raporta bi sê paşbendan hatiye, û têde rijêma Esed bi rêka wêneyên dateyî di serî de hatiye, û herwiha xişteyek bi navên mediyakarên zîndankirî heta dawiya sala 2017’an û qurbaniyên sala borî yên belgekirî hatiye.
Herwiha sercem binpêkirinên dijî ragihandinê li Sûriyê li sala borî di raporta salane de bi hejmar û aliyê berpirsyar û bi şêweyî binpêkirinê û belgekirina core û regezê mêr û jin û tevî dabeşkirina cografî û rewşa mediyakarên Sûrî li derve û binpêkirinên li dijî wan hatine tomarkirin.
Hêjayê gotinê ye ku navenda Sûrî ya azadiyên rojnamevanî ew ji aliyê kargerî ve dezgehekî kombenda rojnamevanên Sûrî ye, û ji bo bervaniya azadiyên rojnamevanî kar dike, û radibe bi belgekirina binpêkirinên dijî mediyakar û navendên ragihandinê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî