Ji aliyê navenda pizîşkî li Hema û Idlibê bi dehên nexweşên şewatê hatine belgekirin piştî çareserkirina hin birîndarên koçberên Xûta Rojhilat, û bal kişandin ku ew bi sedema bumbebarankirina wan bi bombên napalim yên qedexekirî birîndar bûne.
Û çalakvanan diyar kirin ku bi dehên birîndaran hatine rakirin bo navendên pizîşkî li bajarê Kel’et Almedîq ê gundewarê Hemayê, û berpirsên ofîsa pizîşkî ya rewşên awarte li navçeyê diyar kiriye ku piraniya birînan bi sedema bikaranîna napalimê ne.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku siyaseta erda şewitî û dorpêçkirinê ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rûsiya li dijî xelkê Xûta rojhilat tê bikaranîn, bi armanca koçberkirina wan û guhertina demografî li navçeyê.
Hevbendiya Niştimanî diyar kiriye ku tawanên berfereh ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya bi çekên qedexekirî tevlî çekên kêmiyayî û fisfora sipî û napalim hatine pêkanîn.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî gotibû ku tişta li Xûta rojhilat dibe ” tawaneke şer ya tekûz e”, û rola Rûsî şermezar kiribû, û got ku rola wê di tawanan de serekî ye”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî