Çalakvanên bajarê Kobanê tekez kirin ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê bi dehên xortan li Kobanê bi behaneya leşkeriya neçar girtin û ew birin kampên xwe yên leşkerî.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku çekdarên PYDê li ser nuqteyên xwe li hindir bajêr û li gundan ciwanan digrin û dişînin kampên xwe yên leşkerî û “çekdarên PYDê ta niha bi dehan xort li Kobanê û gundewarê wê girtine”.
Mihemed tekez kir ku ciwanên ji bo leşkeriyê tên xwestin newêrin ji gundan werin bajêr û hinek jî newêrin li hindir bajarê Kobanê bigerin.
Derbarê zarokên temen biçûk de Mihemed da zanîn ku “çekdarên PYDê di leşkerkirina zarokên temen biçûk de berdewame, û ta niha xelkên Kobanê dixwazin zarokên xwe vegerînin lê çekdarên YPG rê nadin wan”.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê