Berevaniya sivîl ya Sûrî tekez dike ko wê bêtir ji 100hezar caran firokên rêjîmê û yên hevalbendên wê li ser herêmên rizgarkirî ji tebaxa 2016ê ve dîtine, û bal kişand ser ko hejmara herî mezin a wan firînan di dema operasyonên li dijî Der’a bûn.
Berevaniya sivîl li ser malpera xwe ya Tiwîter kurtevîdyoyeke ‘Motion Graphic ‘’ ya hejmara derketinên firokên cengî ya ku xizmeta Mersed Sûriya ji destpêka wê ve sala 2016ê belav kiriye.
Kurtevîdyoyekê diyar kiriye ko bêtir ji 108hezar dîtinên firokan û heft hezar êrîşên asmanî li ser herêmên rizgarkirî û li gora cih û dema çêbûnê diyar kirine.
Ya herî bêtir li gora xêza daxuyankirina tevgera firok û êrîşên asmanî; di 25ê cehzerana bûrî di operasiyona rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya ya li ser parêzgeha Dera navbera gulan û heyva tîrmeha 2018ê de bû.
Raid Salih birêveberê berevaniya sivîl ya Sûrî ji rojnameya ‘’ Ineb Beledî‘’ re got, çavdêrî di rêya çavdêrên meydanî ko li herêmê belavkirî ne çêbûye.
Sîstema ‘’Elrasid’’ jêderên wê çavdêrên li ser xakê ne, û alavên çavdêriya bo derketina firokên cengê yên rêjîmê û Rûsya yên ko herêmên rizgarkirî bombebaran dikin.
Sistema çavdêriyê agahiyan dide gava ko firok derdikeve ser herêmêke destnîşankirî, her weha nameyên hişyariyê li ser mobaylan dide.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî