Berevaniya Sivîl ya Sûrî di infografekê de de duh anî ziman ku, hejmara qurbaniyên sivîl yên ku ji ber helmeta leşkerî ya rêjîmê û Rûsiya li ser deverên rizgarjirî jiyana xwe ji dest dane, ji 26 nîsana 2019an heya 5 adara 2020an, 2000 hezar kes derbaskir.
Û Berevaniya Sivîl di enfografa xwe de ya ku li ser malperên mediya civakî belav kiriye, eşkere kir ku 2029 sivîl di helmeta rêjîma Sûrî û Rûsiya li ser bakurê Sûriyê de hatine kuştin, di nav de 1191 peya 348 zarok 338 jin hebûn, û 17 jî ji endamên Berevaniya Sivîl bûn.
Û bal kişand ku hejmara kesên di operasyonan de birînadar bûne gihîşte 5281 sivîlî, 3136 jê mêr in, 1201 zarok in, 867 jin in, û 77 jê endamên Berevaniya Sivîl in.
Û di infografeke din de Berevaniya Sivîl got ku, hejmara cihên ku di helmeta leşkerî de hatine armanckirin gihîşte 14386 cihî.
Û Berevaniya Sivîl diyar kir ku rêjîma Esed 11622 êrîş pêk anîne, û hêzên rûsiya 2405 êrîş dijî navendên zindî li deverê pêk anîne.
Û saziyê got ku cihên ketine ber êrîşên rêjîmê û Rûsiya evin: 31 nexweşxane, 22 firin, 83 bazarên cemawerî,48 mizgeft, 18 kamp, 113 dibstan bûn, her weha 64 navendên Berevaniya Sivîl jî rastî êrîşan hatine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî