Berevaniya Sivîl tekez kir ko hêzên Rûsî berpirsên komkujiya ko roja duşembê li Meeret Elnuman çêbûye ne, ko firokên cengî herêmên bajêr bombebaran kirine, di encamê de 31 kes şehîd ketine, ji nav wan pênc zarok, û dora 150 kesan birîndar bûne.
Berevaniya sivîl di daxuyaniyeke xwe de diyar kirine ko êrîşên Rûsî xwestine qurbaniyan bêtir bikin, û dixwestin pêşî tîmên Berevaniya Sivîl û karkerên bijîkî û yên rizgarkirinê bikujin.
Daxuyaniyê bal kişand ser ko tîmên berevaniya sivîl hê bo rizgarkirin û lêgerînê berdewam in, ji gava kuştara kirêt çêbûye, û got ku Rûs derdikevin û xwe ji mijarê bêberpirsiyarî dikin, ko encama vê roja xwîndar 23 şehîd in, Rûs berpirsên kuştina wan in.
Daxuyaniya berevaniya sivîl destnîşan kir ko şehîdketina xwebexşkar Emîr Elbunî yê bi kotekî ji Wadî Bereda hatibû koçberkirin, ko yê yekem bû bersiva hewara komelkujiyê dabû, û ew jî geha şehîd Enes Diyab, yê ko duhî bi 3 êrîşên Rûsan şehîd ketibû.
Daxuyaniyê diyar kir ko xizmeta “Elrasid” ya berevaniya sivîl pêzanînên hûrbîn li ser kêlîka rabûna firokê pêşkêş kirine, ko ji firokxaneya Himêmîm derketiye , û berê xwe daye başûr-rojhelatê Idlibê , yekem bombebarana xwe demjimêr 8:36 kiriye, û çar îrîş pêk anîne, di encamê de şehîdek ji berevaniya sivîl ketiye, û çend sivîl jî şehîd ketine, û heta demjimêr 9: 30 li asmanan difiriya.
Daxuyaniyê anî ziman ko Rûsya her parastina rêjîmê dike, û evro li pêşberî civaka navdewletî diraweste, û berpirsiyariya xwe mandel dike
Rûsya bûye hevpara sereke ya tawanên ko sivîl têde dibin qurbanî.
Daxuyaniya rêkxistinê got ku rawestandina hovîtiya Rûsya; daxwaza Sûriyan a yekem e, û ya karmendên hawarhatina mirovînî ye, û got ku xizmetên berevaniya sivîl ranawestin.
Dibîne ko ew niha nema karin xizmetê bikin, û got: “ji ber ku parastin nîn e, û destê Rûsya berdane, û ew me dîdevanên tawanên xwe dibînin, lewra em xistine serê lîsteya armancên xwe de” .
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûrî, di daxuyaniyeke taybet de li ser tawankariyên hêzên rêjîmê û Rûsya pêk tînin, daxwaz ji netewên yekgirtî kir ko êrîş û tawanên wan rawestînin, û pêvajoya siyasî li gora biryarên navdewletî bilivînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî