Beravaniya Sivîl ya Sûrî li parêzgeha Idlibê kuştina 127 sivîlî û bi sedên birîndaran diyar kir, piraniya wan jin û zarok in, di heyva cehzerana borî de bi destê hêzên rêjîmê û Rûsya têk çûne.
Birêveberê nivîsgeha ragehandinê ya berevaniya sivîl li Idlibê Ehmed Şêxo di daxuyaniyekê de ji acansa Simart re anî ziman ko ji nav şehîdan 23 zarok û 24 jin û endamek ji berevaniya Sivîl in, destnîşan kir ko wan birîndarbûna 1107 kesî, ji nav wan 299 jin û 262 zarok û 14 endamên tîmên rizgarkirinê belgeh kirine.
Şêxo got ku piraniya şehîdan bi sedema operasiyonên bombebarana hêzên Esed û Rûsya jiyana xwe jidest dane, hem jî bi rûdawên tirafîkê û fetisandinê û teqîna pêmayên bombebaranê, bal kişand ser ko ew têwerdanê di belgehkirina teqîna mayûnên zemînî de nakin.
Tîmên berevaniya sivîl 1262 rewşên hawarhatina Ambulansê pêk anîne, û 1612 karên xizmetkariyê kirine û 313 agir vêsandine û 132 bombe ji pêmayên bombebarana li ser parêzgehê rakirine.
Tê destnîşankirin ko rêkxistina berevaniya sivîl ji destpêka damezirandina wê ve karîbû bêtir ji 200hezar sivîlî ji ber derbeyên rêjîma Esed û hevalbendên wê rizgar bike, her weha di dema erkên xwe de bêtir ji 230 xwebexişkarên rêkxistinê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî