Toreya Sûriyê ya mafên mirovan anî ziman ko di sala 2017ê de 10204 kes şehîd ketine. Û bal kişand ser ku 2298 zarok û 1536 jin di wê serjimarê de hebûn, û ew kuştin ji encama bombebarana hêzên rêjîmê ji herêmên niştecihan re bû.
Toreyê diyar kir ko hejmara quebaniyan di heyva çileyê pêşî de gihaye 569 sivîlan, 285 ji wan bi destê hêzên rêjîmê bûn, û 49 zarok di nav wan de hebûn, bi rêjeya rojane du zarok dihatin kuştin, her weha 34 jin bûn, û 15 kes di binê zindanan de bi êşkeceyê hatine kuştin.
Raportê kuştina 47 sivîlan ji nav wan 16 zarok û 14 jin nivîsandiye, ji encama bombebarana firokên Rûsî, her weha rêkxistina Daiş 96 sivîl kuştine, 20 ji wan zarok in û 6 jin in, û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat deh sivîl kuştine, 2 zarok û jinek di nav wan de hebûn.
Li gora raportê 89 sivîl ji nav wan 38 zarok û 19 jin bi bombebarana hêzên hevpeymanan hatine kuştin, û 40 sivîl ji hêla aliyên nediyar li Sûriyê hatine kuştin, 7 zarok û 9 jin di nav wan de hebûn, û sivîlek bi destê Desteya Tehrîr Elşam hatiye kuştin.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe de berpirsiyariya yekser derbarê kirdeyên nerewa daye ser mile hêzên rêjîma Esed, ji nav wan jî tawanên li dijî mirovayetiyê û tawanên cengê.
Raport dibîne ko Rûsya û hemû milîtanên mezhebperest ji nav wan jî rêkxistina Daiş, aliyên di kuştina Sûriyan de beşdar in, û berpirsiyarî daye ser wan aliyan ko binpêkirin û tawankariyên cengê û tawankarî û komkujî derheqê miletê Sûrî de bikar anîne.
Raportê daxwaz kir ko Encûmena Ewlekariya navdewletî karine bêtir bike jibo rawestandina bombebarankirina ku sivîlan amanc dike û jêrxanyê wêran dike, tev ko salek di ser derçûna biryara 2139 derbas bûye.
Raportê daxwaz kir ko civaka navdewletî fişarê bide ser aliyên piştgiriya rêjîmê dikin, wek Îran, Rûsya û hizbulaha tirorist, û dosya Sûrî ber bi dadgeha tawankariyên a navdewletî ve bişîne, tako hemû kesên tawankariyên li dijî mirovayetiyê û tawankariyên cengê li Sûriyê kirine dadpirsîn bi wan re bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî