Balafirên Rûsî îro kuştarek li Dûmayê pêk anîn, dema bazarek bi deh mûşekên arastekirî armanc kir,di encamê de û li gor hejmareke destpêkî 55 sivîl şehîd ketin û 125 ên din jî birîndar bûn, jin û zarok jî di nav wan de hebûn.
ev duyemîn kuştar bû di dema 24 seetan de, balafirên Rûsî T29 roja pêncşembê nexweşxaneya sereke li dûmayê armanc kir, û ew bi temamî têk bir û 20 kes kuştin û bidehan birîndar kirin.
di serhejmarekê de ku Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Amade kiriye, tê diyarkirin ku encama dijminkariya Rûsî ya asîmanî û bejî li ser Sûriyê di heyva xwe ya pêşîn de ji 30 êlûnê de gihişt 1716 şehîdî 172 zarok û 125 jin di nav wan de hene.
Heleb di serê parêzgehên armanckirî de hat û 508 şehîd danîn,paşre şam tê bi 343 şehîdî û paşre Hums bi 249 şehîdî.
Jêder: Hevbendî