Tîma Çavdêrî û belgehkirinê ya bi ser Koma kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, dîsa tekez kir ko 206 penaberên Filestînî ji kampa Elyermûk li Şamê hêj bi kotekî di zindanên rêjîma Esed de hatine veşartin.
Komê bangin dubarekirî derxistine tê de daxwaza eşkerekirina çarenivîsa girtiyên Filestînî kir, lê çi bangê bersiv ji hêla rêjîma Esed ve nedît.
Komê şehîdbûna 556 penaberan bi êşkenceyê di zindanên rêjîmê de yan yên bi ser wê ve ragehandiye. Û destnîşan kir ko hejmara qurbaniyên Filestînî li Sûriyê piştî kampanya leşkerî ya tund a bi serpereştiya rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya li dijî kampa Elyermûk çêbû zêdertir bûye.
Komê di daxuyaniyeke din de anî ziman ku ‘’ hejmara rastî ya qurbaniyên êşkenceyê ya penaberên Filestîniyên Sûriyê dibe ji hejmara ko hatiye belgehkirin bi gelekî bilindtir be, çimkî rêjîm çarenivîsa penaberên girtî eşkere nake, û gelek jê mirovên wan newêrin bêjin ku zarokên wan di bin êşkenceyê de mirine, ji tirsa tengaviyên rêjîmê û girtinê. ‘’
Berê jî koma kar ji bo filestîniyên Sûriyê girtina 1680 penaberên filestînî ji nav wan 106 jin belgeh kiriye, lê rêjîmê çarenivîsa wan diyar nekiriye.
Komê di 26ê cehzeranê de nameyek bi beşdarbûna 54 rêkxistinên mafnasiyê şandiye derbarê şehîdên bin êşkenceyê di zindanên Esed de, û daxwaz ji civaka navdewletî kiriye ko vekolînê di kêşeya girtiyan de bike û mafên penaberên Filestînî biparêzin û kesên tawankariyên êşkenceyê kirine bêne sizadan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî