Ji encama Bombebarana tund ya hêzên rêjêma Esed ya bi piranî li ser taxa Cemiyet Elzehra ya li bajarokê Kefer Hemra li gundewarê Helebê yê bakur bû, lîstikvanekî yana Elnehda şehîd ket û hinên din birîndar bûne.
Toreya Beledî News ya xwecihî diyar kir ko hêzên rêjîmê duhî sêşembê bajarokê Kefer Hemra bi guleyên topa giran bombebaran kir, di encamê de golarê yana Elnehda yê gogapê Nûr Elî Dewalîbî hate kuştin, û pêncên din birîndar bûne.
Ji hêla xwe ve berevaniya sivîl ya Sûrî li parêzgeha Helebê tekez kir ko Dewalîbî hatiye kuştin û çend kesên din birîndar bûne, bêtir got ko endamên wan bilez çûne cihên bombebaran bûne û birîndar birine nexweşxaneyên herêmê.
Çalakvanên xwecihî destnîşan kirin ko hêzên Esed gundê Xelsa li gundewarê Helebê bi guleyên top û hawinan amanc kirine, bêtir gotin ku hêzên li taxa Cemiyet Elzehra û Hemdaniyê li Helebê gelek caran bajarokên gundewarê Helebê yê bakur amanc dikin, di encamê de jiyana sivîlan têk diçe û jêrxan jî wêran bûye.
Hêzên rêjîma Esed di destpêka vê heyvê de bajarokê Kefer Hemra û bajarê Hirêtan li bakurê Helebê bi bêtir ji 100 guleyên topa giran amanc kirine, di encamê de bi dehan kes ji nav wan jin û zarok birîndar bûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî