Alayên Şoreşger avaniyeke Hêzên Esed li taxa Sebe’h Behrat li Heleba kevin teqandin û hemû kesên ko di hundirê wê de bûn hatin kuştin.
Her wiha şer di navera Şoreşgeran û Hêzên Esed de li aniya Heleba kevin çê bû di encamê de du Şevengên Rêjîmê hatin kuştin.
Li aniya Meyselûn û Seyid Elî û Hemîdiyê jî Şoreşgeran bargehên hêzên rêjîmê bi topan amanc kirin, di encamê de bi dehan leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Alayên Şoreşger yên Hemayê jî ragihandin ko Cenga “Inema Elmuminûne Ixwe” dest pê kir da Gundên Sehil Elxab li Gundewarê Hemayê rizgar bikin. Rêbendên Rêjîmê bi topavêjên Hawinê li bajarê Morik û Rêbendên li wir û li Til Hemamiyat amanc kirin.
Her wiha Alayên Azad Rêbenda Qahîre li nêzîk Gundê Elbarid li Sehil Elxab bi tirumbêleke teqîner têk birin, di encamê de 20 leşker hatin kuştin û bi dehan ji hêzên Esed birîndar bûn. Li aniya Delak jî çar ji hêzên Esed li Gundewarê Hemayê yê Başûr piştî hewl dan ko derbasî Herêmê bibin hatin kuştin.
Jêder: Hevbendî