“Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li bakurê Sûriyê” piştrast kir ku zêdetir ji heft hezar malbatên navceyên Idlib û Hemayê her ji destpêka vê mehê de ji ber bombebarana berdewam a hêzên rejîma Esed û hevalbendên wê koçber bûne.
Ev nûçe îro çarşemê di daxuyanîyekê de hat, û têde “Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê ” diyar kir ku 7526 malbat koçber bûne, û diyar kir ku malbatên koçber di nava 66 gund û bajarok û kampan de hatine vehewandin.
Duhî sêşemê, çalakvanan ji Xanşîxon ya li gundewarê Idlibê diyar kirir ku pênc kes şehîd ketin û bi dehan kes birîndar bûn, ji ber bombebarana hêzên rejîmê, û bal kişandin ku çend bajar û gundên din jî li deşta Idlib û Hemayê hatin topbarankirin.
Navçe piştî rêkeftina li ser berdewamiya peymana Idlibê, careke din rastî zêdegaviyeke leşkerî dibe, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê gotibû ku divê hemû êrîş û zêdegavî û binpêkirinên peymanê ji hemû aliyan bêne şermezarkirin, û gotibû ku divê aliyê gerantor dûvçûna rewşa li ser erdê û rizgarkirina sivîlan rabin, û rê li pêşiya pêkanîna van binpêkirinan bigirin.
Û tekez kiribû ku ev bombebaran dikeve di çarçoveya oparesyoneke zêdegaviyên leşkerî de ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên terorîst yên Îranê bi piştgiriya balafirên Rûsya, û bal kişandibû ku ev oparesyon “kuştin û tirs û ajawegeriyê li navçeyê belav dikin “.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê