Nivîsgeha fêrkirinê ya bi ser encûmena xwecihî li bajarê Kefer Zîta li gundewarê Hema yê bakur, duhî înê biryar dane ko çûna dibistanan di herdu rojên dahatî de rawestînin, bi sedema rewşa ewlehiyê ya ne aram û tirsa ji wê yekê ko bajar têkeve ber bombebarana hêzên rêjîmê û hevalbendên wê.
Nivîsgeha fêrkirinê tekez kir ko ‘’Ji tirsa bombebarana berdewam a li ser cihên niştecihan li bajarê Kefer Zêta li gundewarê Hema yê bakur û ji bo parastina şagirtan, me biryar da ko em çûna dibistanên bajêr vê demê rawestînin. ‘’
Nivîsgehê diyar kir ko ‘’ 13 dibistan li bajarê Kefer Zêta hene, ji wan 10 bi yekcarî wêran bûne bi sedema amanckirina wan bi firokên Rûsya û yên rêjîmê. Her weha 3 dibistanên din hin ji wan ne bi tekûzî wêran bûne, û 2 ji bo şagirtên seretayî û yek ji bo şagirtên qonaxa navencî mane.‘’
Nivîsgeha fêrkirinê ya bi ser encûmena xwecihî ya bajar ve, destnîşan kir ko ew çend arîşe di riya wan de hene, ya herî metirsîdar rewşa ewlehiyê ye, hem jî dûrbûna malên şagirtan ji dibistanan çimkî li derdorê bajêr in.
Hem jî rêkxistin jî li wir ji tirsa ko bêne amanckirin kar nakin, û bal kişand ser ko mamosteyên dibistanên bajêr ji çar salan ve xwebexş kar dikin.
Dibistanên Kefer Zîta ji hêla hêzên rêjîmê di dema kar de hatine amanckirin, hem jî gava şagirt vegeriyane malê hatine amanckirin, û nivîsgehê şehîdbûna çar şagirtan û jêbûna dest û pêyên hinên din belgeh kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê amanckirina herêmên niştecihan û bi taybetî dibistan ji hêla rêjîmê ve pirotesto kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko nehêlin hêzên rêjîmê wiha bikin, û lêkolîn bi berpirsiyarên rêjîmê re bibe, çimkî ew tawankariyên cengê ne.
Bakurê Sûriyê û bi taybetî Idlib û gundewarê wê dikeve ber bombebarana mûşekan û topbaranê, tev ko peymana Idlibê heye, û ev dihêle sivîl bibin qurbanî.
ـJêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî