Li Bajarê Cisir Elşixûr li gundewarê Idlib di du rojên dawî de tevgereke mezin ya derbiderbûna xelkê ber bi kamp û gundên sînor ve heye, ji encama ko bajar ji hêla Rûsya û rêjîmê ve ketiye ber êrîşên asmanî.
Çalakvanên xwecihî gotin ko bombebarana asmanî ya ji hêla firokên rêjîmê û Rûsya ve berdewam e, ko bajar amanckirine, di encamê de bi dehan ji xelkên bajêr şehîd ketine û wêraniyeke mezin di milkên xelkê de çêkiriye û bi kêmanî 35 hezar kes derbider bûne.
Çalakvanan bêtir gotin ko dora pênc hezar sivîl li bajêr mane, û destnîşan kirin ko gerek e alîkarî bi sivîlên mane re bibe, û rêkxistinên mirovî li herêmê nîn in.
Êrîşên asmanî yên dawî bargehên bijîşkî û dibistan û avahiyên xizmetan amanc kirine, her weha firokên cengî rêkên sereke amanc kirine bi mebesta ko karê tîmên berevaniya sivîl û rêkxistinên bijîşkî asteng bikin.
Bajarê Cisir Elşixûr ji 10 vê tîrmehê ve ketiye ber êrîşên asmanî ji hêla firokên cengî yên Rûsî û yên rêjîmê, piştî ko şoreşger li gundewarê Laziqiyê nêzîkî bargehên rêjîmê bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko amanckirina bajêr bi hemû çekên giran amanc jê ew e, bajar ji xelkên wê vala bikin, û bal kişand ser ko operasiyona leşkerî têkbirina bizavên dîsa-vegerandina pirosesa siyasî amanc dike, û Hevbendiyê berpirsiyariya parastina sivîlan da ser milê civaka navdewletî.
Dezgehên karmend li bajêr, 12 vê heyvê, ragehandin ko bajar li ber têkçûnê ye çimkî ketiye ber bombebarana Rûsya û rêjîmê , û wêraniyeke mezin di milkên giştî û yên taybet de çêkiriye, û daxwaz ji hemû rêkxistinên navdewletî kir ko alîkariya bajar bikin û bi berpirsiyariyên xwe rabin.
Ofêsa Ragehandin ya Hevbendiya Niştimanî