Zarokeke şîrmij li kampa Elrikban a li ser sînorê Urdinê jiyana xwe jidest daye, bi sedema tunebûna guhdana tenduristî, piştî ko hêzên rêjîmê dorpêçeke tekûz li ser niştecihên kampê pêk anîne û nahêlin alîkariyên bijîşkî û yên xwarinê bigehên.
Çalakvanên kampê gotin ku zaroka bi navê Xedîce Kerîm Elmitleq ya 4mehî bi sedema nebaşiya rewşa wê ya tendiristî û tunebûna navendên bijîşkî yên pêdivî jiyana xwe jidest da.
Kamp bi dehhezarên derbideran lê hene, û hejmarek mezin ji wan kêmendam in, 1460 ji wan jin in, û 1621 zilam in, û 4273 zarok in.
Bi hatina werzê zivistanê gelek nexweşî belav bûne, vê yekê jî hişt ko nexweş li kampa Elrikban di du heyvên bûrî de pir bibin û hin ji wan mirin. Tîma ‘’ Minîstî ya alîkariyê‘’ mirina 14 kesan li hindirê kampê bi sedema rewşa mirovî ya nebaş belgeh kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji rêkxistinên navdewletî yên hawarhatinê kir ko zarokan rizgar bikin çimkî ew bêtir hewcedar in û got: ‘’ Ew li benda yên ko wan ji pirojeyê birçîkirinê yê ko rêjîm derheqê wan û xelkên wan de cîbicî dike rizgar bikin.‘’
Kampa Elrikban ji heyva cehzeranê ve ketiye ber dorpêçeke teng de, ji ber rêjîm û Rûsya dixwazin kampê jihev bixin, û lihevhatinên kotekî feriz bikin, û wan vegerînin herêmên di bin kontrola rêjîmê de.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî