Nûnertiya herêma Kurdistanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd, civîna xwe ya rolî ya normal roja sêşembê 22/1/2019 di atmosferin demoqartî de li dar xist, û berpirsyarî pev hatin guherin, û birêz Newaf Reşîd wek berpirsê rolî yê nû ji nûnertiya encuman re bi lihevkirina tevaya endamên nûnerîtiyê hat bijartin, piştî berpirsê berê birêz Nûrî Brîmo.
Û berpirsê berê birêz Birîmo di gotareke kurt de, spasiya tevaya endamên nûnerîtiyê kir, li ser hevkariya bi biratî, her weha lêbûrîn ji tevan xwest, li ser çi kêmanî an jî ziyaneke kesayetî an giştî di dema berpirsyariya wî de.
Û ji hêla xwe ve, berpirsê nû birêz Newaf Reşîd spasiya endamên nûnertiyê kir, li sere baweriya ku dane wî, û lihevkirina li ser kesatiya wî, bê ku kes xwe likêleka wî bika kandîd, û tekezî li ser kartêkerkirina rola nûnertiyê û berdewamkirina karê berpirsê berê ji bo pêşdebirina karê nûnertiyê kir.
Her weha li ser rewşa siyasî ya navdewletî û herêmî bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî hat rawestandin, û behskirina rewşên rêxistinî yên din hiştin demek paştir.
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê