Rêxistina Bijîşkên Bêsînor armanckirina rejîma Esed li Gundewarên Humsê bi bermîlên teqîner ji nexweşxaneyeke xwe re ragihand, di encamê de 7 kes hatin kuştin û 47 kes birînadar bûn, 23 ji wan jin û zarokên temenê wan kêmî 15 salan e.
Rêxistina Bijîşkên Bêsînor banga xwe nû kir bo rejîma Esed û çi firokên cengê yên ku bajêr gulebaran dikin, ta van êrîşên hovane rawestînin ku hejmarek mezin ji jin, zarok, û taximên nojdariyê dikujin.
Rêvebirê operasyonan di Rêxistina Bijîşkên Bêsînor de “Birês Do lavîn” got :” Em di vê êrîşê de hemû nîşanên gulebarankirina berdewam ya lipeyhev dibînin, deverek gulebaran dibe, dûv re êrîşek dî tê pêkanîn bo tîmên hewarçûnê û nêzîktirîn nexwexane ku guhdan û xizmetê dike armanc bibe, ew jî nişana nêta bimebest ji bo wêrankirinê ye, ev kirêtiyek bêhempa ye”.
Rêxistinê ragihand ku vê nexweşxaneya demkî ku piştgiriya wê ji Rêxistina Bijîşkên Bêsînor e, guhdana nojdarî bo derdora 40,000 kesî li bajarokê Zehferane li Gundewarê Humsê û deverên derdeorê pêşkêş kiriye, û hişyarî bo çarnûsa kesên ku di bin metirsiya berdewam de dijîn da, eger nexweşxane hat girtin yan xizmetên wê kêm bûn, nemaze tu cihê din ji bo guhdana nojdarî ku berê xwe bidinê li rex wan tune ye.
Jêder: Hevbendî