Piştî birayara Partiya Yekîtiya Dîmuqrat ji bo buhakirina Mazotê ku ji 30 kirin 45 lîre û Benzîn ji 60 kirin 75 li Parêzgeha Hesekê, piraniya çavdêran texmîn dikin ko wê ev biryar pir bandoreke neyînî li ser jiyana Hevwelatiyan bike û wê derdên rojane zêdetir bike.
Elî Xanim xwedanê motoerkî kehrebê ye, ji malpera Hevbendiyê re da xuyakirin ko ewan civînek lidar xistine da pirsgirêkê gotûbêj bikin.
Xanim bêtir got “Buhayê Empêr bi 750 L.S bû lê piştî buhakirina Mazotê nema têrê dike ji ber evê yekê jî em ê jî buhayê wê bilind bikin.”
Wekû bandoreke destpêkî Şifêrên Taksiyan kiriya xwe buha kirin lê Şifêrên Servîsan li Qamişlo karê xwe rawesandin û doz bi buhakirina kiriya xwe ji 25an heta35 kirin.
Hêjayî gotinê ye ko desthilata Esed jî berî demekê nirxê Sotemeniyê bilind kiribû.
Jêder: Hevbendî