Ji ber ketina wan di bin bumbeyȇn hawinȇ ji hȇla rȇxistina Daiș a tirorist ve, ȋroj çarșembȇ 6-5-2015 pȇnc șehȋd ȗ bi dehan birȋndar li taxȇn Miftȋ ȗ Salihiyȇ li bajarȇ Hesekȇ ketin, vȇ yekȇ rewșek ji tirsȇ di nav sivȋlan de çȇkir, ȗ tevgerek mișextbûnê afirand.
Navȇ șehȋdan ev in: Șȇrȋn Remedan, Nȗrșan Xelȋl, Ehmed Dawȗd Șȇxmȗs, Selwa Beșȋr Hido, ȗ Șemsa Elȋ Ebdo, ȗ hemȗ ji taxa Miftȋ ne.
Ji hȇleke dȋ ve, nȗçegihanȇ me ragihand ku Navenda Lȇkolȋnȇn Zaniyarȋ ȇn çandiniyȇ li Hesekȇ ku Partiya Yekȋtiya Dimuqrat ji xwe re kiriye navenda Asayȋșan, vȇ sibehȇ ket bin ȇrȋșȇ ji hȇla çekdarȇn rȇxistina Daișȇ vȇ, di encamȇ de birȋndar ȗ kuștȋ ji her du aliyan de hebȗn, ji ber bazinȇ ewlehiyȇ ku ji hȇla Asyȋșan de li ser deverȇ hat danȋn, nȗçegihanȇ me nikarȋbȗ hejmarên hȗrbȋn wegire.
Jȇder: Hevbendȋ